• Wednesday, 18 February 2026
logo

Serokê şandeya PDKê bi Al a Kurdistanê ve li gel Sedr, Hekîm, Malikî û Amrî civiya!

Serokê şandeya PDKê bi Al a Kurdistanê ve li gel Sedr, Hekîm, Malikî û Amrî civiya!
Şanda bilind a PDKê bi armanca guftûgo kirina li gel aliyên serkeftî yên di helbijartinên parlamentoya Iraqê de li bajarê Bexdayê û beşdarbûna serokê şandeyê ya di civînan de bi Al a Kurdistanê ya li ser singê wî deng veda.

Li gor wêneyên ku hatin belav kirin, aşkera dibe ku serokê şandeya bilind a PDKê Fazil Mîranî bi Al a Kurdistanê ya li ser aliyê çepê singa wî û bi heman awayî jî li gel hejmarek berpirsên bilind ên Iraqê, ji wan jî li gel Mûqteda El Sedr, Nûrî Malikî, Emar Hekîm û Hadî Amrî civiya.

Ev tişta li ser torên civakî deng veda û hejmareke zêde xelkê Kurdistanê pesnê vê yekê dan û çavdêrên siyasî jî ev hewldaneke berevaniyê ya PDKê ye li mafên destûrî yên xelkê Kurdistanê.

Basnews
Top