• Wednesday, 18 February 2026
logo

EFRÎN - Çekdarên opozisyonê erdê dikolin û li asewarên dîrokî digerin

EFRÎN - Çekdarên opozisyonê erdê dikolin û li asewarên dîrokî digerin
Çekdarên grûpên ser bi opozisyona Sûriyê ve li nav bajarokê Şiyê li asewarên dîrokî digerin û çend cihan li nav bajarok dikolin.



Çavkaniyeke taybet ji bajarokê Şiyê yê ser bi herêma Efrîn a Rojavayê Kurdistanê ve ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku çekdarên grûpên îslamî yên ser bi Lîwaya Silêman Şah ve 3 cihan li nav bajarokê Şiyê dikolin.



Li gorî heman çavkaniyê, çekdaran cihekî li pişt navenda asayişê li bakurê rojhilata kaniya Şiyê bi 300 metreyan kolandine.



Herwiha çekdaran du cihên din jî li taxa Şikaka li naverasta Şiyê dikolin, daku asewarên dîrokî derxînin û talan bikin.



Her ji Şiyê, çavkaniyeke taybet ji Rûdawê re ragihand, ku roja Şemiyê 19ê Gulanê dema ku pîrejina bi navê Zêyneb Ceifer Kozo bi meş ji devera Şêrawa vedigeriya nav Efrînê, di rê de hatiye şelandin û riştikeke zêr û pereyên wê jê hatine standin.



Çavkaniyê da zanîn, ku pîrejina navborî piştî wê bûyerê di rê de jiyana xwer ji dest dabû û doh Yekşemiyê jî termê wê li Şiyê hatiye veşartin.

Rudaw
Top