• Thursday, 26 February 2026
logo

Qerehencîr – PDKê mîtîngekî bi coş pêkanî

Gulan Media October 6, 2021 Nûçe
Qerehencîr – PDKê mîtîngekî bi coş pêkanî

Îro 05.10.2021ê lijneya navçeya Qerehencîrê ya PDKê mîtîngekî bi coş ji bo serkeftina namzedên xwe yên helbijartina pêşwext a Iraqê birêve bir.

Berpirsê lijneya navçeya Qerehencîr a PDKê Seyid Kerîm ji BasNewsê re ragehand: ‘’Li stadyuma nahyeya Qerehencîrê mîtîngekî girseyî me pêkanî. Di destpêka mîtîngê de gotar hatin pêşkeş kirin û armanca mîtîngê serxistina namzedên PDKê ye.’’

Herwaha got: Li parêzgeha Kerkûkê PDK di bazineya yek de namzedekî wê heye û li bazineya du ya helbijartinê de jî namzedekî din heye û kar ji bo serxistina wan a ji bo Parlamenteriya Iraqê em kar dikin.

 

Basnews

Top