• Thursday, 26 February 2026
logo

Arif Teyfûr: PDK bersiva zimanê tund ê ti aliyekî nade

Gulan Media October 6, 2021 Nûçe
Arif Teyfûr: PDK bersiva zimanê tund ê ti aliyekî nade

Serokê Encûmena Serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmanî û Helebce Arif Teyfûr radigihîne, PDK bersiva zimanê tund ê ti aliyekî nade.

Arif Teyfûr ji K24ê re got: “Bi fermana Serok Barzanî, PDK bersiva zimanê tund ê ti aliyekî nade, ji ber ku PDK gelekî ji wê mezintir e ku biçe nav şerê sixêfan. Em siyasetê dikin û hewl didin xelk kandîdên ku li Bexdayê nûnertiya Kurdan bikin bilbijêrin.”

Serokê Encûmena Serkirdatiya PDKê li Silêmanî û Helebce tekez kir: “Em wek PDKê bi ti awayî ne amade ne bikivin nava şerê sixêfan.”

 

k24

Top