• Thursday, 26 February 2026
logo

Pasewanekî Liqê 12 ê PDKê li Helebce hat kuştin

Gulan Media October 5, 2021 Nûçe
Pasewanekî Liqê 12 ê PDKê li Helebce hat kuştin

Pasewanekî Liqê 12 ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Helebce hat kuştin û îro termê wî li nahiya Sîrwan hate dîtin.

Li gor zanyariyên peyamnêra K24ê, polîsa parêzgeha Helebce îro danê sibê bi bûyereke kuştinê li nahiya Sîrwanê hate agahdarkirin ku termek li nêzîkî Rêveberiya Çûnûhatinê ya Sîrwanê hatiye dîtin.

Li gor zanyariyên peyamnêra me, kesê hatiye kuştin, pasewanekî Liqê 12 ê PDKê ye û bi kêran hatiye kuştin.

Destnîşan kir, pasewanê hatiye kuştin 47 salî û bavê 3 zarokan e. Niha jî hêzên ewlehiyê lêkolînê li ser wê bûyerê dikin.

 

K24

Top