• Thursday, 26 February 2026
logo

Samanên sedan serok û serkirdeyên cihanê hatin eşkerekirin

Gulan Media October 5, 2021 Nûçe
Samanên sedan serok û serkirdeyên cihanê hatin eşkerekirin

Bi sedan serkirde, siyasetvan, milyardêr, hunermend, kesayetiyên olî û bazirganên madeyên hişbir, bi bihayê trilyon dolarî vîlla, yext, koşk û avahiyan bi hejmarên sexte li derveyî welat kirîne.

Ev yek li gorî sedan belgename ku ji aliyê Konsêrtyûma Navdewletî ya Rojnamevanên Lêkoler (ICIJ) hatiye belavkirin, ku bi belgenameyên Pandora têne binavkirin.

Belgenameyên Pandora ji 12 milyon dosyeyê pêk tên, ku qebareya wan nêzîkî 3 Terabyt (TB) e, ji aliyê 600 rojnamevanan ve, li 150 dezgehên medyayî yên cîhanê, ji 1170 welatî hatine komkirin.

Li gorî belgenameyan, li nav wan kesayetiyên diyar, şahê Urdunê Şah Ebdullayê Duyem, li Brîtanya û Amerîkayê bi bihayê 95 milyon dolarî milk kirîne.

Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Tony Blair û hevjîna wî, di kirîna ofîsekê de, li Londonê, 422 hezar dolar, danîne. serokê Rûsyayê Vladimir Putin villayek bi 4.1 milyon dolarî li Monakoya Fransayê kirîye., Serokwezîrê Komara Czech Andrej Babis, li Kana Fransayê koşkek bi 22 milyon dolarî kirîye.

Herwiha Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi rêya Kompanyaya Ronesans koşkeke serokatiyê ji 1150 odeyê dirust kiriye. Serokê Azerbaycan Îlham Aliyev  û malbata xwe li nav Azerbaycanê û li Brîtanyayê bi bihayê 700 milyon dolarî milk kirîne.

Belavbûna wan sedên belgenameyan bersivdana hikûmetên welatan li pey xwe anî.

Koşka Kirimlin belgenameyan bi "bêbinema" binav dike. Dîwana Şahane ya Urdinê dibêje, belgenameyên Pandora tevlîhev in û ji qebareya xwe mezintir in.

Şîrovekar Lebîb Kemhawî dibêje "Aniha ev yek ji bo rêveberiya Amerîka û welatekî weke Urdin û wan ên din dibe cihê şermezariyê, egera bihêz a dirustbûna karvedanana li wan welatên ku demokrasî lê heye, lê welatên ku desthilata takrewî û dîktatorî li wan baladest in, eger serokê mezin biryar da belgename têne piştguhxistin, ew têne piştguhxistin."

Di nav wan belgenameyan de navên hunermend, bazirganên madeyên hişbir û kesayetiyên olî jî hatine eşkerekirin, ku di dema 25 salên borî de, wan milk li welatên biyanî kirîne.

Her yek ji van stranbêjên mîna Shakira û Elton John, du ji wan kesayetiyên navdar in ku parêzerên wan tometa spîkirina pereyan û xwedizîna ji bacê red dikin.

Berî belgenameyên Pandora, navên dehan serkirde û kesayetiyên cîhanî di belgenameyên Off Shore Leaks, Belgeyên Panama, belgenameyên Paradise hatibûn eşkerekirin, ku bi spîkirina pereyan û kirîna kompanya û milk li dervayî welat hatine tometbarkirin.

Li aliyê din Piştî belgeyên Panama, niha jî belgeyên Pandora ketine rojeva cîhanê û navê gelek serokên ku pereyên xwe birine derve eşkere bûye.

Ev belge nêzîkî 2 salan ji aliyê gelek saziyên medyaya cîhanî ve hatine pişkinîn. Ji Tirkiyê jî navê 220 kesan têde ye. Dewlemendên nû, xwediyên holdîngan, kesayetên hunerî û werzişî ên navdar jî tê de ne.

Di belgenameyên Pandora de çi hene?

- 6,4 milyon dokuman, 3 milyon wêne, zêdetirî milyon û nîvek e-maîl û nîv milyon tabloyên excel.

- 330 siyasetmedar û kesayetên ji 90 welatên cuda, bi riya kompaniyên off-shore sermiyanê xwe derxistine derve.

- Belgeyên Pandora, tevna tevlîhev a wan kompaniyan eşkere dike ku pere û sermiyana siyasetmedar û dewlemendan derdixin derve.

- Weke nimûne, kesek dikare xaniyekî li Brîtanya bi riya kompaniyeke li welatekî sêyemîn bikre. Ji wan welatên sêyemîn re dibêjin off-shore.

- Welatên Off-shore, ew welat û herêm in ku avakirina kompaniyan li wan hêsan e, destnîşankirin û eşkerekirina nasnameya xwediyê kompaniyê zehmet e, bac kêm e an jî qet nîne.

- Navê Serokomarê Ûkrayna Volodimir Zelenskî, Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî, Serokomarê Kenya Uhuru Kenyatta, Serokomarê Ekwador Guillermo Lasso Mendoza, Serokê Azerbeycanê Îlham Alîyêv, Kurê Serokê Çîlê Sebastián Piñera û Serokwezîrê Berê ê Brîtanya Tony Blair û Serokê Komara Çekya jî di nava belgeyan de ye.

  • Ji Tirkiyê jî Belênderê Qesra Serokomariyê Ronesans Holdîng û gelek navên din jî hene.

Rudaw

Top