• Thursday, 26 February 2026
logo

Lavrov: Em li ser cîbicîkirina rêkeftina ligel Tirkiyê pêdagir in

Gulan Media October 5, 2021 Nûçe
Lavrov: Em li ser cîbicîkirina rêkeftina ligel Tirkiyê pêdagir in

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, derbarê rêkeftina Idlibê ya ligel Tirkiyê de got “Em li ser wê pêdagir in ku rêkeftina ligel Tirkiyê bi temamî bê cîbicîhkirin.”

Li gor medya Rûsî, Sergey Lavrov, li Moskowê piştî hevdîtina ligel Wezîrê Derve yê Misirê derbarê Sûriyê de ji rojnamevanan re axifî û got “Li herêma Idlibê hebûna terorîstan berdewam e. Gefa terorîstan berdewam e û herwiha zêde dibe. Terorîst êrîşî artêşa Sûriyê dikin û hewl didin êrîşî hêzên Rûsî jî bikin.”

Lavrov di derbarê rêkeftina ku bi Tirkiyê re hatiye kirin de dibêje “Ji ber vê yekê Rûsya, pêwîst dibîne rêkeftinên ku di navbera Pûtîn û Erdogan de hatine kirin, bên cîbicîhkirin. Pêwîst e guhertina cilên nû li ber çav neyê girtin û di serî de çekdarên Heyet Tahrîr Şam terorîstên li Idlibê bên îzolekirin. Di encamê de divê grûpên terorîst bên bêbandorkirin.”

Li gor rêkeftina Idlibê ku di 5ê Adara 2020an de ji aliyê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin ve hat îmzekirin, divê terorîst û hêzên opozîsyonê yên Idlibê ji hev bên cudakirin. Lê Rûsya gelek caran derbarê cîbicînekirina rêkeftinê de ji aliyê Tirkiyê ve nerazîbûnên xwe tîne ziman û êrîşan li dijî grûbên terorîst pêk tîne.

 

Rudaw

Top