• Wednesday, 18 February 2026
logo

Barzanî: Mezintirîn û bilindtirîn pile û paye ji min re Pêşmergeyatî ye

Barzanî: Mezintirîn û bilindtirîn pile û paye ji min re Pêşmergeyatî ye
Serok Mesûd Barzanî bi boneya derbasbûna 56 salan bi ser jiyana xwe ya Pêşmergetî re peyamek belav kir û ragihand, berî pêncî û şeş salan di rojek wek vê de ew rûmet bo min hate bexşandin ku bibim Pêşmerge. Ji wê rojê û heta niha û heta di jiyanê de mabim, mezintirîn pile û paye ji min re Pêşmergeyatî ye.

Mesûd Barzanî di roja 16ê Tebaxa 1946an di bin ala Kurdistanê de li Komara Kurdistanê li Mehabadê jidayik bû û di temenê 16 saliyê de bû Pêşmergeyê şoreşa Îlona mezin a bi rêberatiyê Mistefa Barzanî yê nemir.

Deqa peyama Serok Barzanî:

Bi navê xwedêyê bexşinde û Mehrîban

Îro 20ê Gulanê pêncî û şeş sal berî niha û di rojek wek vê de ew rûmet bo min hate bexşandin ku bibim Pêşmerge. Ji wê rojê û heta niha û heta di jiyanê de mabim, mezintirîn pile û paye ji min re Pêşmergetî ye, ev bilindtirîn û rûmetirîn destkeft di jiyana min de ye.

Her bi hîmeta Pêşmerge jî gelê Kurdistanê xwe ji ti hêz û aliyekî re neçemandiye, ji bilî ji xwedêyê mezin re.

Serkeftin û serbilindî ji bo wê ku xwedî îrade û doz in û dilsoz û rastgo ne bi miletê xwe re.

K24
Top