Komisyona Hilbijartinan 9 berbijêrên aliyên Kurdistanî ceza kirin
Komisyona Hilbijartinan 9 berbijêrên aliyên Kurdistanî ji ber “binpêkirina rênimayên bangeşeyê” ceza kirin.
Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand, heya niha 61 berbijêrên aliyên siyasî serbixwe ji ber binpêkirina rênimayên bangeşeya hilbijartinan hatine cezakirin, 9 ji wan berbijêrên aliyên Kurdistanî ne.
Li gor nivîseke fermî ya Komisyona Hilbijartinan, ew berbijêr bi milyonek dînar hatine cezakirin, ku 4 ji wan yên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), 3 berbijêrên Hevpeymaniya Kurdistan, 1 berbijêrê Komeleya Dadgerî, 1 berbijêrê Sosyalîst Demokrata Kurdistan, li gel 11 berbijêrên serbixwe û 41 berbijêrên din yên aliyên siyasî yên Iraqî.
Aliyên herî diyar ku berbijêrên wan hatine cezakirin, Kutleya Sedir ya ser bi Rewta Sedir, Hevpeymaniya Fetih, Hevpeymaniya Dewleta Yasa, Babilyûn, Teqedum û Ezim in.
Komisyona Bilind ya Hilbijartinan heya niha ji ber serpêçiyan, 6 berbijêr ji hilbijartinan dûr xistine.
Rudaaw
