• Wednesday, 18 February 2026
logo

Pervin Buldan “Emê li Amedê karnemeyeke nû eşkere bikin”

Pervin Buldan “Emê li Amedê karnemeyeke nû eşkere bikin”
Hevseroka Partîya Demokratîka Gelan (HDP)ê Pervin Buldan li Stenbol beşdarî şiva Federasyona Komeleyên Rojhilat û Başurê Rojhêlata Anatolya yê bû.

Buldanê di vê şivê de axaftineke li ser hilbijartinên 24 heziranê kir û got:”Şewitandina Nisêbinê û Cizirê zilme. Erişa Kerkukê û dagirkirina Efrînê zilme. Dilgirtina siyasetmedaran di girtigehê de zilme. Tayinkirina qeyyuma li ser şaredarîya zilme. Ji bo li hember vê zilmê reya li pêşiya me ya herî nêz hilbijartinên 24 heziranê ne. Em bibin namzet jî nebin jî divê em wateyê vê bizanibin. Parlementoyeke bê HDP ya yêk zilamî wê ji neha pêhtir zilm pêk were.”

Ji aliyê din ve Buldanê destnişankir ku ewê 23 yê Gulanê karnameyek taybet ji bo kurdan li Amedê eşkere bikin.
Buldan ê di berdewamîya axaftina xwe de wiha got.”Emê 23 Gulanê li Amedê karnameyek nu eşkere bikin. Ev Karname wê taybet ji bo Kurdan be. Me li enqereyê karnameyek eşkere kir belê emê 23 Gulanê karnameya gelê Kurd jî ji civaka Tirkiye yê re eşkere bikin. Emê eşkere bikin ku li hemberî hukumeta AKPê emê çawe bisekinin.

Waar.tv
Top