Skotlanda referandûma serxwebûnê dê pêkbîne!
Duh 20.05.2018ê êvari Serokwezîra rêveberiya xweser a Skotlanda Nicola Sturgeon ji çapemeniya welatê xwe re ragehand, ku dê careke din gotûbêja encamdana referandûma serxwebûna Skotlanda bikin û daxwazê bê kirin dê rakin ji hikûmeta Brîtanya re.
Nicola Sturgeon ragehand, ku gelê Skotlanda baş nabîne ku ji Yekitiya Ewropayê dûr bikeve. Ji ber vê jî difikirin ku ji Brîtanya cuda bibin û referandûmeke din bo serxwebûna Skotlandayê di payîza 2018ê de yan jî di buhara 2019ê de dibe ku pêkbê.
Sala 2014ê de gelê Skotlanda çûn ser sandoqên referandûmê, lê ji sedî 55.30ê dengdêran deng dan bo mayîna Skotlandayê li gel Brîtanyayê, sedî 44.70 jî deng dan bo serxwebûna Skotlandayê.
Basnews
