• Thursday, 26 February 2026
logo

Ji ber hilbijartinên giştî yên Iraqê dibistanên Kurdistanê 6 rojan girtî dibin

Gulan Media October 2, 2021 Nûçe
Ji ber hilbijartinên giştî yên Iraqê dibistanên Kurdistanê 6 rojan girtî dibin

Wezîrê Perwerdeya Kurdistanê ragihand, ji ber hilbijartinan çend rojan dibistan girtî dibin.

Wezîrê perwerdeya Kurdistanê, Alan Heme Seîd di press konferansekê de ragihand, komîsyona hilbijartinan ya Iraq daxwaz kiriye ji ber hilbijartinan çend rojan dibistan di destê wan de be.

Alan Heme Seîd her wiha got, em jî razî bûn û dê îro ev daxwaziya komîsyonê bi biryarekê bibe fermî û ji roja 6 vê mehê heta roja 11 vê mehê dibistan dê di destê komîsyonê de be û roja 12 mehê dê dewam dest pê bike.

Wezîrê perwerdê da zanîn jî, roja 10 mehê dengdan e lê pêwîstiya komîsyonê bi roja piştî hilbijartinan yanê roja 11 mehê jî bi dibistan hene loma dewama dibistanan roja 12 mehê dest pê dike.

 

Basnews

Top