Kerkûk- Ji ber çespandina posterê kandîdê PDKê dikanek hat şewitandin
Şeva borî dikane hemwelatiyekî kurd li taxa Penca Elî ya Kerkûkê ji ber çespandina posterê kandîdê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdulla hat şewitandin.
Kandîdê PDKê Şaxewan Ebdulla îro roja şemiyê 02.10.2021ê serdana wê dikana hatiye şewitandin kir û ji medyayaê re axivî. Ebdulla da zanîn ku ew karê hatiye kirin li dijî yasa û demokrasiye ye û ew kesê bixwaze rûbereyî wan bibe dikare li beramberî wan biweste û cihê wan diyar e.
Herwiha Şaxewan Ebdulla got: ‘’Mixabin demeke kesên nefsnizim di tariyên şevan de hewl didin zirarê bidin posterên me, ev ji aliyê me ve ne girîng e, lêbelê ya îşev hatiyekirin ciyawaz e û ji ber wêneyê me pê ve ye dikanek hatiye şewitandin.’’
Di berdewamiyê jî de Şaxewan Ebdulla amaje bi wê yekê jî kir, ev bûye diyarde û nîşaneya kêşeya emnî li bajarê Kerkûkû nişan dide û derdikeve holê ku hêzên emnî nikarin hemû herêmê biparêzin. ‘’
