• Wednesday, 18 February 2026
logo

"Enqera dixwaze ku PDK beşdariyê di Hikûmeta nû ya Iraqê de bike"

Li Iraqê lîsta Sairûn ya Muqteda Sedir û li Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê PDKê di hilbijartinan de yekem bûn. Tirkiye jî encamên hilbijartinan ji nêzîk ve dişopîne.

Li gorî pisporên Tirkiyê di hikûmetekê de ku bi destê Sedir were pêkanîn, wê bandora Îranê qels bibe û Enqera dixwaze ku PDK beşdariyê di Hikûmeta nû ya Iraqê de bike.

Di 12ê Gulanê de, li Iraqê û Herêma Kurdistanê hilbijartinên perleman hat encamdan. Li gorî encamên fermî Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir li pêş e, herwiha li ser astê Kurdistanê jî lîsta PDKê yekem e.

Ji aliyê xwe ve, Hikûmeta Tirkiyê bigirîngî û bi riya navendên xwe yên lêkolînan, encamên hilbijartinên Iraqê dişopîne.

Navenda Lêkolînên Rojhilata Navîn SETAyê ku nêzîkî Hikûmeta Tirkiyê ye, li Enqera derbarê hilbijartinên Iraqê konfiransek lidar xist. Pisporê Rojhilata Navîn Emrah Kekili di piroseya nû de, li ser pêwendiyên Enqera û Hewlêrê got: "Ji ber ku PDK li Kurdistanê bûye ektereke sereke, wê di pêwendiyên Hewlêr û Enqerê de jî rola wê zêdetir bibe. Hilbijartinên li Iraqê bi giştî bi awayekî serkevtî derbas bûn. Me dît ku PDK li Herêma Kurdistanê, bi taybetî jî li Duhok û Hewlêrê bandora wê zêde ye û bûye partiya yekem. PDK wê bi vê rêjeya dengan li Iraqê bibe yek ji ekterên herî sereke. Helwesteke erênî û bizavên dîplomasî yên Serokwezîr Nêçirvan Barzanî hene. Herwiha dema em li gavên wî yên ji bo başbûna têkiliyên bi Tirkiyê re dibînin, em hêvîdar in ku di nav pêvajoyê de, wê têkiliyên Hewlêr û Enqerê ber bi başbûnê ve biçin û ew alozî û kêşeyên hebûn wê nemînin."

Pisporên siyasî jî dibêjin: "Daku Tirkiye rê li ber bandora Îranê li ser Iraqê bigire, wê bi Bexdayê re têkiliyên baş bike."

Li ser vê mijarê serokê KAFKASAMê Hasan Oktay got: "Di serî de, divê em li benda avakirina Hikûmetê bin. Wisa xuyaye ku li Iraqê wê bi pêşengiya Sedir hin guhertin pêk bên. Sedir ji berê ve dixwast ku bi Tirkiyê re pêwendiyên xwe xurt bike. Tirkiya jî bi heman awayî dixwaze ku têkiliyên xwe baş bike. Dibe ku Îran bixwaze bandora xwe li ser Iraqê zêdetir bike. Lê di vê mijarê de, em dibînin ku Sedir bêtir dixwaze ku biryara wî Iraqî be. Dibe ku Tirkiya jî ji bo ku rê li ber bandora Îranê li ser Iraqê bigire, pêwendiyên baş bi Bexdayê re bike."

Piştî encamên fermî û avakirina Hikûmeta Iraqê, wê helwesta Tirkiyê jî bêtir zelal bibe. Li gorî pisporan, li gel avabûna Hikûmetê ji pêkhateyên Iraqî û Kurdan, wê têkiliyên di navbera Hewlêr-Bexda û Enqerê de ber bi başbûnê ve biçin.

K24
Top