• Wednesday, 18 February 2026
logo

Komisyonê encamên dawî yên hilbijartinan belavkirin

Komisyonê encamên dawî yên hilbijartinan belavkirin
Komisyona Bilinda Serbixwe ya Hilbijartinan li Iraqê, piştî 6 rojan bi fermî encamên hilbijartinên 12ê Gulanê belav kir, ku biryar bû piştî 24 demjimêran ji encamadana hilbjartinan hatiba ragihandin.

Li gorî encamên dawî, lîsta Hevpeymaniya Sairon ya ser bi Muqteda Sedir ve di pileya yekem de ye û 54 kursî bidest xistiye, di pileya diwem de lîsta Fetih ya ser bi Hadî Amirî ve ye û 47 kursî bidest xistiye, piştre lîsta Nesir ya Ebadî 42 kursî bidestve aniye û Dewleta Yasa ya Nûrî Malikî 26 kursî bidest xistiye.

Li ser astê Herêma Kurdistanê, di pileya yekem de Partiya Demokrat a Kurdistanê ye û 25 kursî bidest xistiye, YNK di pileya diwem de ye 18 kursî bidest xistiye û her yek ji Goran 5 kursî û Nifşê Nû (Şasiwar Ebdilwahid) 4 kursî, Hevpeymanî (Berhem Salih) 2 kursî û Yekgirtû 2 kursî û Komeleya Islamî 2 kursî bidest xistine.

Li ser astê parêzgehên Kurdistanê jî bi vî awayî bû:

Waar.tv
Top