• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li Stenbolê li hemberî biryara Amerîka li Stenbolê mitîngek hat sazkirin

Li Stenbolê li hemberî biryara Amerîka li Stenbolê mitîngek hat sazkirin
Rêxistina Hevkariya Îslamî li ser vexwendina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê kom bû.
Ji bo beşdariya vê konferansê ji 4o welatan çend ji wan serok yen din serkirde hatin Stenbolê.
Wezîrê derve ye Tirkîye Mevlût Çavuşoglu ji berîya lûtke di konseya wezîran de axivî û got:”Di danezana encama civînê de em dê bang bikin ku em nahêlin statuya dîrokî ya Qudsê bê guherandin. Divê meqamên Îsraîlê û leşkerên Îsraîlê yên guleya berdidin kesên bêguneh hesab bidin.” Hêjayê gotinê ye piştî ku balyozxaneya Amerîkayê bi fermî ji Tel Avîv bo Qudsê hat veguhestin, Filîstîniyan nerazîbûn pêşan dan û xwepêşandan kirin. Dewleta Îsraîlê jî bersiv da û heta niha zêdeyî 60 Filîstînî hatine kuştin.
Herwiha ji alîye veqfa xwebexşan ve li qada Yenîkapîye mitîngek hat sazkirin û serokkomare Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan axaftinek kir.
Erdogan rexneyen giran li Îsraîl û Amerîka kirin u di axaftina xwe de wiha got:”Hun dizanin Quds ne tenê bajarekê. Quds sembolêke, azminekê u qibleye. Em qibleya xwe ya yekemîn ne parezin em nikarin temaşeyî peşeroja qibleya xwe ya davî bikin. Eşkerê dibejim ku cîhana Îslamê di azmuna Qudsê de maye fêrgehe de. Ne tene cîhana Îslamê mirovahî tev maye di fêrgehe de. Demê Nobeta Qudsê gihiştîye me û em dixwazin hemu devletên îslamê rabin ser xwe.”Di mitînge de Serokwezîrê Tirkîye Binali Yıldırım, Serokê MHP Devlet Bahçeli, seokê BBP Mustafa Destici u Serokwezîrê Fîlîstînê Rami el-Hamdallah jî axaftinek kirin.

Waar.tv
Top