Li Kela Hewlêrê konserta muzîka Çekî û Kurdî tê lidarxistin
Biryar e êvara îro demjimêr 18:30an li ser Kela Hewlêrê ya dîrokî konserteke muzîka Çekî û Kurdî bê pêşkêşkirin, biryar e konsêrt li bajarê Silêmaniyê jî bê lidarxistin.
Serokê Grûpa Rîtma Hewlêrê, Rêbwar Ebdullah ji Rûdawê re ragihand, “di destpêka konserta îro de grûpa Rîtma Hewlêrê dê du birgeyên cuda pêşkêş bike, ku birgeya yekem taybet bi Rîtmê ye û têde dê bi defikê awazên hejmarek stranên ji her çar parçeyên Kurdistanê bê jenandin, di birgeya duyem de jî dê bi amûrên def û Sêtarê hejmarek awazên folklore ên Kurdî bên pêşkêşkirin.”
Rêbwar Ebdullah herwiha diyar kir, “di birgeya duyem de herwiha grûpa muzîkê ya Bardolino ku ji welatê Çekyayê ve hatine û ji 4 kesan pêk tê, dê çend muzîk û stranên welatê xwe pêşkêş bikin.”
Konserta li Kela Hewlêrê bi helkefta salvegera roja niştimanî ya komara Çekyayê û herwiha derbasbûna 15 salan bi ser vekirina ofîsa Nûneratiya Komara Çekyayê li Herêma Kurdistanê, ji aliyê Konsulxaneya Giştî ya Çekyayê li Herêma Kurdistanê û bi hevahengî li gel Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîrî û Hunerî ya Hewlêrê tê sazkirin.
Konsert di demjimêr 18:30an de destpê dike û heta demjimêr 20:00an dom dike. Herwiha konsert bi awayekê vekirî û bê beramber e û her kes dikare têde beşdar bibe.
Biryar wiha ye ku ew konsert êvara roja Şemiyê 1ê Cotmeha 2021an di demjimêr 18:30an de li bajarê Silêmaniyê jî bê lidarxistin.
Rudaw
