• Wednesday, 18 February 2026
logo

Hekîm û Sedir: Me li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz li hev kir

Hekîm û Sedir: Me li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz li hev kir
Herdu serokên Tevgera Sedir û Tevgera Hîkmeya Niştimanî li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz a teknokratî ya ji mezhebparêziyê dûr li hev kirin, herwiha diyar kirin ku deriyên wan ji bo hemû partî û aliyên siyasî vekirî ne.



Roja pêncşemê 17-05-2018an Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî Emar Hekîm li Necefê serdana Serokê Tevgera Sedir û Hevpeymaniya Saîrûn Muqteda Sedir kir û piştî civîna dualî, herdu serkirde eşkere kirin ku li ser pêkanîna hikûmeteke bihêz a teknokratî ya ji mezhebparêziyê dûr li hev kirine û diyar kirin ku deriyên wan ji bo hemû partî û aliyên siyasî vekirî ne.



Muqteda Sedir di civîna çapemeniyê de ragihand: “Em bi pêkanîna hikûmeteke berpirsyarî ve mijûl in ku kesayetên wan ji teknokrat û kesên pispor û şareza pêk tên.”



Emar Hekîm jî ragihand ku encama dengdanê nîşan dide ku xelk daxwaza kesên nû dikin ji bo rêvebirina welat û dabînkirina xizmetguzariyan.



Hekîm herwiha ragihand ku deriyê wan vekiriye ji bo her aliyê ku bixwaze bi wan re hevpeymaniyê bike.

Rudaw
Top