Dîsa xwepêşandan li Îranê derketin û hêzên emnî 6 xwepêşander kuştin
Jêderên xwecihî diyar kirin, ku hêzên ewlehiya Îranê teqe li xwepêşanderan kirin û di encamê de, şeş kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn û çendîn kesên din jî hatin girtin.
Herwiha li gorî zanyariyan, xwepêşanderan silogan li dijî Hikûmetê gotin û bingeheke polîsan li wî bajarî şewitandin.
Heya niha medya Îranê ti daxuyaniyek derbarê kuştina wan xwepêşanderan belav nekirye.
Malpera Mucahidîn Xelk ku opozisyona Îranê yê û li derveyî wî welatî çalak e, belav kiriye, ku xwepêşandana şevê din, ji Meydana Şehîdan, li dijî Hikûmeta Taranê destpê kir û xwepêşanderan ji tevahiya xelkê bajar xwestin ku tevlî wê çalakiyê bibin.
Herwiha diyar kir, ku roja Înê 27ê Nîsana derbasbûyî jî, bi hezaran xelkê wî bajarî li dijî heman pilanê, ji Meydana serekî ya bajar xwepêşandan kirin û silogan li dijî Hikûmetê gotin.
K24
