Parlemanter Amir Fayz: Beşek ji kandîdan dest danîne ser kerten dengdanê yên hemwelatiyan
Perlemantarekî Iraqî û kandîdê hilbijartina parlementoya Iraqê Amir Fayz aşkere kiriye beşek ji kandîdan dest daniye ser kartên dengdanê yên hemwelatiyan.
Kandîdê hilbijartinê pêşwext ê parlementoya Iraqê li parêzgeha Besrayê Amir Fayz ji BasNewsê re axivî û da zanîn bi şêweyê bajarên din serederî bi kerta dengdanê tê kirin nirxê yek kartê bûye 50 dolar.
Herwiha Amir Fayz aşkere kiriye e beşek ji kanîdan soza damezrandin û tayînkirinê bi dengderan didin û nasname û hemû bellgenameyên fermî bi kerta dengdanê ji wan werdigirin.
Herwiha ew kandîdê Besrayê amaje bi wê yekê jî kiriye wan kandîdan dest daniye ser kerta hemwelatiyan û heta dawiya hilbijartinê kertên dengderan nadinê wan.
Basnews
