• Wednesday, 18 February 2026
logo

Sedir amadekariya damezirandina hikûmetê dike

Sedir amadekariya damezirandina hikûmetê dike
yekemê hilbijartinên Îraqê ye
Serokê Tevgera Sedirî Muqteda el Sedirî îro çarşemê ragihand ku Iraq dike hikûmeteke teknokrat damezirîne û destnîşan kir ku "hikûmet dê cihê diziyê ji bo partiyan be."

Sedirî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsî: "Dê (telihevkirina gulavfiroşan) çênebe. Em li ber dameizrandina hikûmeteke teknokrat in ku deriyê rizqê gelî be û ne destkeftiya diziyê ya partiyan be…Na ji heyetên aboriyê re."

Berî du rojan, Sedirî ragihandibû ku armanc dike, hikûmeteke teknokrat damezirîne ku "partî tê de tine bin" û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî ragihandibû ku amade ye, hevkarî û alîkariyeke tekûz bide da ku xurttirîn hikûmeta Iraqê damezirînin.

Top