• Thursday, 26 February 2026
logo

Ji Amerîkayê bo Rojava 4 milyon dolar alîkariya Coronayê

Gulan Media September 28, 2021 Nûçe
Ji Amerîkayê bo Rojava 4 milyon dolar alîkariya Coronayê

Li ser zêdebûna pêketiyên Coronayê yên li Rojavayê Kurdistanê, Amerîka ragihand ku ji bo rûbirûbûna Coronayê 4 milyon dolar bide Rêveberiya Xweser.

Hat ragihandin alîkariya ku dê ji aliyê Ajansa Dewletên Yekbûyî ji bo Pêşkeftina Navneteweyî (USAID) ve were peyda kirin dê di çarçoveya pêşwazîkirina hewcedariyên bilez ên rûbirûbûna li dijî Coronayê de were dayîn.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Sûriyeyê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê ragihand ku ev alîkarî bo peydakirina pêdiviyên bijîjkî zêde bike, binesaziya tenduristiyê sererast bike û perwerdehiya xebatkarên tenduristiyê baştir bike ji aliyê USAIDê ve hatiye dayîn.

 


Di van demên dawî de li Rojavayê Kurdistanê hejmara pêketiyên Coronayê bi awayekî berbiçav zêde dibe û ji ber vê yekê roja Şemiyê Rêveberiya Xweser hinek bajaran bo hefteyekê qedexe ragihandibû.

Li gorî daneyên desteyaTendirustiya Revêberiya Xweser îro li Rojavayê Kurdistanê 340 kes bi bi Coronayê Ketin û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi van hejmaran  heta niha li Rojava 27 hezar û 17 kes bi Coronayê ketine û 903 kes jî jiyana xwe ji dest dane.

 

Rudaw

Top