Wezîrê Tenduristiyê: Bandeka saxtekirina kartên vaksîna Koronayê hat deşîfrekirin
Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê ragihand, bandeka saxtekirina kartên zîrek yên vaksîna Koronayê hat deşîfrekirin û hilweşandin.
Wezîrê tenduristiya Kurdistanê, dr. Saman Berzencî ji BasNewsê re got, bi alîkariya hêzên ewlehiyê bandeka saxtekirina kartên zîrek yên vaksîna Koronayê hat deşîfrekirin.
Dr. Saman Berzencî her wiha got, endamên wê bandê bi rengekî saxte kartên vaksînê çêkirine û pê xelk xapandine û pare ji wan standine. Endamên bandê hatine girtin, ji ber ku hîn lêpirsîna wan berdewam e em zêde agahiyan nadin.
Wezîrê tenduristiyê da zanîn jî, endamên wê bandê li çend deverên Kurdistanê kartên saxte firotine xelkê. Bila xelkê hişyar bin û li ku tiştekî wisa dîtin yekser hêzên ewlehiyê agahdar bikin.
Dr. Saman Berzencî da xuyakirin, kes nikare kartên vaksînê saxte bike û got, ji ber ku kodek li ser heye û li deriyên sînorî û firokexaneyan zû eşkere dibe.
Basnews
