Çavê PDKê li 2 kursiyên din e
Xesrew Goran ji Rûdawê re eşkere kir, hîna beşek ji dengan nehatine veqetandin, lewma çavê PDKê li wê yekê ye, ku 8 kursiyên wê li Hewlêrê bibin 9 kursî, li Mûsilê jî ku 6 kursî misoger kirine û eger hemû deng werin veqetandin, dibe ku kursiyên wê li wî bajarî jî bibin 7 kursî.
PDKê li Duhokê 10 kursî û kursiyek jî li Silêmaniyê bi dest xistiye, her çende hîna jî encamên dawiyê yên hilbijartinan nehatin belavkirin, lê dibe ku, kursiyên PDKê bi wan herdu kursiyên din, bibin 27 kursî.
Têkildarî heman mijarê, doh Endamê Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hêmin Hewramî di dema beşdarbûnê di bernameya Rûdawa Îro ya Rûdaw TV de gotibû, nêzîkî 43 hezar dengên Mûsilê hêj nehatine veqetandin û tekez kiribû, eger ew deng jî bihêne veqetandin û hejmartin, dibe ku kursiyên PDKê yên li Mûsilê ji 6 kursiyan bibe 7 kursî.
PDKê niha li Mûsilê zêdetirî 134 hezar dengan heye. Li gorî komîsyona hilbijartinan a Iraqê jî heta niha %91ê dengên Mûsilê hatine veqetandin û hejmartin.
Hêmin Hewramî herwiha eşkere kiribû, ku ji bilî wan 27 kursiyan ku PDKê bi dest xistine, çavê PDKê li 2 kursiyên Kota ye jî, herwiha kandîdekî Kurdê Feyilî jî ji lîsta Hevpeymaniya Saîrûn bi navê Azad Şafî jî bi serketiye û kursiyek li Bexdayê misoger kiriye.
Azad Şafî kurdekî feylî ye û li Bexdayê li ser lîsta Hevpeymaniya Saîrûn a bi serokatiya Muqteda Sedir bibû berbijêr. Azad Şafî kariye 6 hezar û 153 dengan bi dest bixe û kursiyekê misoger bike.
Li gorî encamên hilbijartinan ku heta niha hatine belavkirin, PDKê li Hewlêrê di navbera 8-9 kursî, li Duhokê 10 kursî, li Mûsilê di navbera 6-7 kursî, li Silêmanî 1 û li Bexdayê jî 1 kursî bi dest xistiye.
Rudaw
