Li Şirnex, Merdîn û Elîhê petrola xam hat dîtin
Li gorî daxuyaniyê, Kompanyaya Bazirganî û Endazyarî ya Petrolê ya Guney Yıldızê ku li herêmê karê lêgerîna petrolê dike, destûr xwestiye li 4 cihên cuda yên Şirnex u Merdînê ji bo derxistina petrola xav dest bi kar bike. hat tekezkirin kompanyaya navborî roja 7ê Gulanê daxwaznameya xwe pêşkeşî Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Petrolê li Wezareta Çavkaniyên Sirûştî ya Tirkiyê kiriye.
Hêjayê gotinê ye ku ji beriya hefteyekê jî Rêveberiya Herêmî ya li Elîhê Ptrolên Tirkîye (TP) ragihandibû ku tîmên wan li navçeya Sasonê li bîra bi navê Herent-2ye de li hezar û 300 metre di bin erdê de petrola bi kalîteyeke baş petrola xam peyda kirine.
Waar.tv
