Serok Barzanî û Hadî Amirî encamên hilbijartinan gotûbêj dikin
Hevpeymaniya Fetih bi serokatiya Hadî Amirî li ser asta Iraqê duyem e û Partiya Demokrata Kurdistanê li ser asta Herêma Kurdistanê yekem e.
Duh jî ji bo heman mebestê, Serok Barzanî pêwendî bi Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir re kir, ku lîsta wî “Saîrûn” li ser astê Iraqê yekem e.
Roja 12ê vê mehê hilbijartinên parlemantoya Iraqê bi rê ve çû, li gor encaman jî li ser asta Iraqê lîsta Saîrûn yekem e, lîsta Fetih a Hadî Amirî duyem e, lîsta Nesir a Heyder Ebadî sêyem e û lîsta PDKê çarem e. Herwiha li ser astê Herêma Kurdistanê, lîsta PDKê ya yekem e.
K24
