• Thursday, 26 February 2026
logo

Li Pakistanê 5 kesên brûskê li wan da canê xwe ji dest dan

Gulan Media September 27, 2021 Nûçe
Li Pakistanê 5 kesên brûskê li wan da canê xwe ji dest dan

Li eyaleta Sindh a Pakistanê ji ber brûskê li 5 kesan da, jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya di çapemeniya herêmî de cîh girtiye, li 4 herêmên cuda yên eyaleta Sindh, brûsk û barana tund bariye û brûskê li wan daye yek jê zarok, 4 kes ji wan jî jin, bi giştî 5 kesan jiyana xwe ji dest dane, 2 kes jî birîndar bûne.

Herwaha hat ragehandind di 12 demjimêrên borî de ji ber brûskê li wan daye zêdetir jî 100 bizin û hêştir jî telef bûne.

Li Pakistanê her sal gelek kes ji ber brûsk li wan dide jiyana xwe ji dest didin.

Top