• Wednesday, 18 February 2026
logo

Nivîskarekî Iraqî pesnê Barzanî da: Barzanî karî bi tenê di hilbijartinan de bi ser keve

Nivîskarekî Iraqî pesnê Barzanî da: Barzanî karî bi tenê di hilbijartinan de bi ser keve
Nivîskarekî Iraqî pesnê Serok Barzanî dide û dibêje, di hilbijartinên Iraqê de “Mêrxasê Çiyê” bi ser ket.

Nivîskar û vekolerê Iraqî Fayîz Xefacî, ku xelkê bajarê Besra ye, li ser rûpela xwe ya facebookê behsa hilbijartinên Iraqê kiriye. Fayîz Xefacî pesnê Serok Barzanî û partiya wî daye û gotiye, Barzanî kesekî mezin û jêhatî ye û ruxmî şikestinan, her dem bihêz maye.

Xefacî her wiha gotiye, Barzanî siyasetmedarekî berçav e û mirov nikare guh nedê. Mînaka wê jî hilbijartinên Iraqê ye ku karî bi tenê bi ser bikeve.

Wî nivîskarê Iraqî behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê jî kiriye û gotiye, Barzanî xwedan hizra serxwebûnê ye ji ber wê jî referandom pêk anî. Loma alîgirên wî her dem zêde dibin. Ruxmî dijberiya hikûmeta Iraqê û hevrikan, “Mêrxasê Çiyê” bi ser ket.

Basnews
Top