• Wednesday, 18 February 2026
logo

Li dijî Konsulxaneya Amerîkayê protesto: 10 kes hatin kuştin

Li dijî Konsulxaneya Amerîkayê protesto: 10 kes hatin kuştin
îro balyozxaneya Amerîkayê li Qudisê tê vekirin
Konsulxaneya Amerîkayê ya li Qudisê îro tê vekirin. Gelê Filistînê jî li dijî vê geşedanê li Xazzê protestoyan li dar dixe. Li gorî agahiyan heta niha 10 kesên Filistînî ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin.

Wezareta Tendurustiyê ya Şerîaya Rojavayê jî daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku 10 kes aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatine kuştin û 512 kes jî birîndar in. Yekî kuştî jî 21 salî ye.

Tê texmînkirin ku li Şerîa û Qudisê jî protesto wê dest pê bikin.
Top