Li Qamişlo alozî derket
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li ser banga ENKS xwepêşandanek birêve çû, lê di navbera xwepêşanderan û `Ciwanên Şoreşger` de alozî derket û li gor zanyariyan di encama wê aloziyê de 5 kes birîndar bûn.
Li ser daxwaza Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), îro xwepêşandan li dijî bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina Endam û Alîgirên ENKSê, xwepêşandan li çend bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê hatin li darxistin.
Di xwe pêşandana Qamişlo de alozî derketin, û hejmareke endamên rêxistina Ciwanên Şoreşger êrîşî xwepêşanda ENKSê kirin.
Li gorî Peyamnêrê Rûdaw li Qamişlo, di êrîşa bi dar û keviran ya Ciwanên Şoreşger de, 5 xwepêşanderên ENKSê birîndar bûn.
Xwepêşanderekê ji Rûdawê re amaje bi wê kir ku ew ji ber buhabûna di her warê jiyanê de li Rojavayê Kurdistanê, derketin xwepêşandanê.
Li gor wî xwepêşanderî, “Civanên Şoreşger êrişî girseyê kir û di encamê de çend kes birîndar bûn”, bi gotina wî xwepêşanderî, “Hêzên asayişê jî destwerdana pêwîst bo rêgirtina li wê êrişê nekir.”
Peyamnêrê Rûdawê Berzan Ferman ragihand ku xwepêşandan ji aliyê ENKSê ve hat sazkirin û got, grûpa bi navê `Ciwanên Şoreşger` êrişî xwepêşandanan kir û “di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.”
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir ku asayişa Rêveberiya Xweser destwerdan di rewşê de kir û êriş rawestand.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Gel ya Kurdistanî Hesen Salih ji Rûdaw re got, ku Rêveberiya Xweser vê dema dawiyê, nirxê sûtemeniyê û hemû kelûpelan bilind kiriye, û armanc ji wê yekê jî derxistina gelê Kurd ji Rojavayê Kurdistanê ye.
Hesen Salih got jî, ku ew ê di xwepêşandanên xwe de berdewam bin, heta ku ev biryar di mafê gelê kurd de rawestin.
Di aloziyên di xwepêşandana ENKSê de li Qamişlo, 5 xwepêşander birîndar bûn, ku yek ji wan endamê Rêxistina Asûrî ya Demokrat e.
Serkirdeyên ENKSê ji Rûdawê re ragihandin, ku xwepêşandana wan aştiyane bû, lê ew kesên ku êrîşî wan dikin, “Tevgera Ciwanên Şoreşger û alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bûne.
Li gor zanyariyên hatine belavkirin, biryar bû xwepêşandan roja Yekşemê birêve biçe, lê ji ber biryara qedexeya hatinûçûnê ya Rêveberiya Xweser a ji ber rêgirtina li Coronayê, xwepêşandan îro hat sazkirin.
Li Dirbesiyê jî xwepêşandan hat kirin
Li bajarokê Dirbêsiyê Xwecihiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwepêşandanek lidarxist, û Asayîşa Rêveberiya Xweser jî ji xwepêşanderan xwest ku xwepêşandanê rawestînin, da ku alozî dernekevin.
Xwepêşandana ENKSê li Dirbêsiyê ne, li ser daxwaza Asayîşa Rêveberiya Xweser belav bû.
ENKSê bi mebesta protestokirina bilindkirina nirxê sotemeniyê, buhabûna kelûpelan û girtina endam û alîgirên xwe, banga sazkirina xwepêşandanan li xelkê kiribû û îro li çend bajar û bajarokên Cizîra Rojavayê Kurdistanê xwepêşandan birêve çûn.
Rudaw
