Serokwezîr û McGurk qonaxa piştî hilbijartinan gotûbêj dikin
Şandeya Amerîkayê, ji bo rêveçûna hilbijartinan bi awayekî demokrasî, destxweşî li xelkê Herêma Kurdistan û Îraqê kir, bi taybetî li Herêma Kurdistanê ku bi awayekî berfireh beşdarî di dengdanê de hate kirin. Şandeya mêvan bi pêwîstî zanî ku aliyên Kurdistanê bi yek deng digel hêzên siyasiyên Îraqê ku di hilbijartinan de serkeftine, roleka bi bandor di pêkanîna kabîneya nû ya hikûmeta Îraqê de hebin û parlemanterên kurd mafê xelkê Kurdistanê biparêz in.
Nêçîrvan Barzanî ji şandeya Amerîkayê re behsa rêjeya beşdariya xelkê Herêma Kurdistanê di hilbijartina parlemantoya Îraqê de kir û got rêjeya beşdariyê li herêma Kurdistanê li hember beşên din yên Îraqê gelek zêdetir bû. Serokwezîr got ku divê aliyên kurdistanî û îraqî ku di hilbijartinê de serkeftin bidest xistine dest bi danûstanina pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê bikin bi awayekî ku hikûmeta nû pirojeyê siyasî, avedankirin û visyoneke zelal ji bo niha û paşeroja Îraqê hebe û aliyên kurdistanî jî di parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de roleka bi bandor hebin.
Nirxandina encamên hilbijartina parlemantoya Îraqê û gavên li paşerojê bên avêtin mijarên din yên civînê bûn.
