"ji destpêkê ve min aliyên Kurdistanî agehdar kir li Kerkûkê beşdarî helbijartinan nebin"
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ji BasNewsê re ragehand ku, ji destpêkê ve min li dadegeha fedralî kilî bo rawestandina helbijartinan li Kerkûkê tomar kir daku, helbijartin li wî bajarî neyên kirin, herwiha min daxwaz ji hemû partiyên Kurdistanî kir helbijartinan paykot bikin, ji bilî PDKê ti aliyekê ew helbijartin paykot nekir, lewma divê niha encaman qebûl bikin.
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê got jî ku, şeva borî Komisyona Helbijartinan amaje bi wê yekê kir ku, ti pirsgirêkeke hunerî û teknîkî nînin, wate divê çaverêya encaman bin.
Herwiha Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê tekez kir ku, rewşa Kerkûkê ne yasayî û ne destûrî ye, her çi li wî bajarî rûbide ne destûrî û ne yasayî ye, aşkere kir ku, niha komîteyek ji Bexda hatiye piştî ragehandina encaman divê bi wan encaman qebûl bikin.
Basnews
