Davutoglu: Haya Erdogan ji rojeva Tirkiyê nîne
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarî rewşa xwendekaran de axivî û got: “Haya Serokomarê Tirkiyê ji rojeva Tirkiyê nîne û ev êdî ne pirsgirêkeke ku bi mixalefetkirinê bê çareserkirin.”
Serokê Giştî yê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di hevpeyvînekê de ligel medya Tirkî li ser pirsgirêka xwendekaran ku demeke di rojevê de ye axivî û dibêje, rojeva serdana wan a 15 rojan a bajaran pirsgirêka nebûna cihê xwendekaran bû.
Ahmet Davutoglu got: “Bavê xwendekarekê hat ba min û got me li beşa navxwe cih nedît, pere nîne em xanî ji kirê bikin, ji ber vê jî ez keça xwe naşînim zanîngehê. Lê haya Erdogan ji van tiştan nîne.”
Davutoglu dibêje ew her dem rewşa Tirkiyê bi zelalî didin nîşandan lê Erdogan vê rewşê nabîne û kes jî wî agahdar nake yan jî naxwaze rastiya Tirkiyê qebûl bike. Davutoglu dibêje, pirsgirêkên xwendekaran rê li ber wê yekê vedikin ku malbat keçên xwe nedin xwendin û ev jî bo Tirkiyê rewşeke nayê qebûl kirin.
Piştî destpêkirina perwerdeya rûbirû li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna kirêya xaniyan û kêmbûna hejmara beşên navxwe, hejmareke zêde ya xwendekaran li derve dimînin û bi vî awayî hewl didin pirsgirêkên wan bên çareserkirin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dijî van nerazîbûnan li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê hejmar û çawahiya beşên navxwe yên dewletê de amar û grafîk belav kiribûn.
Bi van grafîk û amaran salên 2001 û 2021ê anîne ber hev. Erdogan di peyama xwe de gotibû: "Em destûrê nadin ku ti kes bi derewên xwe navbera me û ciwanên welatê me ku siberoja me ne xirab bike. Di 19 salên dawî de me di sîstema xwe ya perwerdê de bi qasî şoreşekê derfet afirandine û bi izna Xwedê emê hê zêdetir bikin.”
Rudaw
