Vaye encamên yekem ên hilbijartinan li parêzgehên Kurdistanê
Encamên yekemîn ên hilbijartinên Parlamentoya Iraqê eşkere dibin. Her çend Tevgera Goran, Hevpeymanî bo Demokrasî û Dadperwerî, Partiya Demokrat a Kurdistanê, Yekgirtûya Îslamî, Komela Îslamî û Nifşên Nû bi daxuyaniyên cuda diyar kirin, ku di hilbijartinên Silêmanî û Helebceyê de destkarî çêbûye û encam li gorî berjewendiya aliyekê hatine guhertin jî encamên yekem ên her sê parêzgehên Herêma Kurdistanê wiha ne:
Li navenda Hewlêrê:
PDK: 68 hezar û 385 deng
YNK: 17 hezar û 236 deng
Hevpeymanî: 9 hezar û 798 deng
Nifşê Nû: 11 hezar û 232 deng
Yekgirtû: 3 hezar û 254 deng
Goran: 6 hezar û 384 deng
Komel: 5 hezar û 369
Li gorî encamên giştî PDK 8 kursî, YNK 3 kursî, Nifşê Nû 2 kursî, Komel 1 û Goran jî 1 kursiyan bidst dixe.
Li seranserê Duhokê:
PDK: 84 hezar deng
YNK: 22 hezar deng
Hevpeymanî: 24 hezar deng
Goran: 536 deng
Yekgirtû: 41 hezar û 100 deng
Komel: 252 deng
Nifşê Nû: 638 deng
Li gorî van encaman PDK 9 kursî û Yekgirtû jî 2 kursiyan bidest dixe.
Encamên navenda Silêmaniyê:
YNK: 37 hezar û 23 deng
Goran: 25 hezar û 267 deng
Nifşê Nû: 10 hezar û 193 deng
Hevpeymanî: 7 hezar û 398 deng
PDK: 6 hezar û 59 deng
Komel: 5 hezar û 650 deng
Yekgirtû: 3 hezar û 638 deng.
Rudaw
