• Thursday, 26 February 2026
logo

"Amerîka hevpeymaneke bêwefa ye"

Gulan Media September 21, 2021 Nûçe

Serokê Encûmena Yekîtiya Ewropayê Charles Michel rexne li Washingtonê girt û ragihand; Amerîka hevpeymaneke bêwefa ye.

Charles Michel di civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî de axivî û ji ber betalkirina peymana kirîna hejmarek jêrderyayî ya Fransayê ji aliyê Awustralyayê ve, rexneyên tund li Amerîkayê girt.

Michel diyar kir: “Hevpeymanî li ser bingeha şefafiyet û baweriyê çêdibe, lê belê tiştê ku me ji Amerîkayê dît, şefafiyet û bawerî tê de tune ye û Amerîka welatekî bêwefa ye.”

Sala 2016an Awustralya ji bo kirîna çend jêrderyayiyên pêşketî peymanek ligel Fransayê îmze kiribû, lê belê Amerîka dikeve nav rêkeftinê û pêşniyarek dide Awustralyayê û girêbesta qirase ya navbera Fransa û Awustralyayê dide betalkirin. Vê yekê Fransa nîgeran kir û Fransayê balyoza xwe ya li Washingtonê vekişand.

 

 

Top