• Wednesday, 18 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Serkeftin bo xelkê Kurdistanê dibe

Mesrûr Barzanî: Serkeftin bo xelkê Kurdistanê dibe
Mesrûr Barzanî: Lazime xelkê Kurdistanê û dengên wan werin parastin
Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da û ragihand, yên ku baweriya xelkê bi dest tînin divê dengên xelkê biparêzin.

Dengdana hilbijartinên parlamentoya Iraqê didome. Rayedarên Kurdistanê jî li dever û bajarên Kurdistanê dengê xwe didin.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî dengê xwe da û hêviya wê yekê xwast ku dengdan bi awayekî baş birêve biçe.

Mesrûr Barzanî bang li wan namzedên ku di hilbijartinan de bi ser dikevin kir û got, divê ew xelkê Kurdistanê û dengê xelkê Kurdistanê biparêzin.

Barzanî di dawiyê de got ku dê hemû hewlên xwe bo parastina mafên gelê Kurdistanê bidin û înşala serkeftin dê bo xelkê Kurdistanê be.
Top