• Thursday, 26 February 2026
logo

Serbest Lezgîn: Hemahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê di warê ewlehî û serbazî de heye

Gulan Media September 19, 2021 Nûçe
Serbest Lezgîn: Hemahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê di warê ewlehî û serbazî de heye

Wekîlê Wezîrê Pêşmrge Serbest Lezgîn aşkere kiriye hemahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê di warê emnî û serbazî de durist bûye.

Wekîlê Wezîrê Pêşmerge Sebest Lezgîn di roja dawî ya serdana şanda Wezareta Peşmerge li Washingtonê di kongreyeke rojnemevanî de axivî û got: "Pêngavên pêkanîna baregehên hemahengiya hevbeşd di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo 2 lîwayên hevbeş ji artêşa Iraqê û hêza Pêşmerge gihiştiye qonxeke baş û hewl ji bo asayîkirina rewşa Şingalê jî tê dayîn.’’

Herwiha Serbest Lezgîn di berdewamiyê jî de da zanîn niha hemahengiyeke baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de di warê emnî û serbazî de durist bûye û baregehên hemahengîyê yên hevbeş li Xaneqîn, Kerkûk û rojavayê Mûsilê hatine pêk anîn û navendên wan li Hewlêr û Bexdayê jî hatine çalakkirin û dest bi kar kirine.

Herwiha Serbest Lezgîn aşkere jî kir heta niha rêkeftina Şingalê jî nehatiye bicîkirin. Lêbelê amadehiya aliyên Iraqê heye ji bo cîbicîkirina rêkeftinê û li aliyekî din jî milîsên Heşdî Şabî jî piştgiriya wan hêzên neyasayî yên li Şingalê dikin û divê hikûmeta Iraqê rêliber wan komên neyasayî bigire û wan ji Şingalê derbixwe ji bo penaberên Şingalê vegerin ser malên xwe.

 

Basnews

Top