• Wednesday, 18 February 2026
logo

Dengdan Li derveyî Iraqê berdewam dibe

Dengdan Li derveyî Iraqê berdewam dibe
Dengdana ji bo hilbijartinên parlemantoya Iraqê îro jî li derveyî Iraqî berdewam dibe. Di dengdana taybet de jî li bajarên Herêma Kurdistanê bilindtirîn rêjeya dengdanê hat tomarkirin.

Duh prosye dengdana taybet li Iraq û Herêma Kurdistanê bi rê ve çû. Herwiha li derveyî Iraqê jî bi rê ve çû. Îro jî dengdana ji bo hilbijartinên parlemantoya Iraqê li derveyî Iraqê berdewam dibe.

Li gorî zanyariyên nûçegihanê Kurdistan24ê, rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet de, li parêzgeha Hewlêrê, 84% bû û rêvebirê şaxê Hewlêrê yê Komisyona Hilbijartinan ragihand, ku pirose bi awayekî serkeftî bidawî hat.

Li parêzgeha Hewlêrê, ji koma 93 hezar û 571 dengderan, 78 hezar û 186 dengder, beşdarî piroseyê bûn.

Ji aliyê xwe ve rêvebirê giştî yê şaxê Silêmaniyê yê Komisyona Hilbijartinan Hawrê Tewfîq ragihand, ku rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet de li Silêmaniyê, 67% bû û pirose demjimêr 6ê êvarî bidawî hat.

Li parêzgeha Dihokê jî, rêjeya beşdarîkirinê di dengdana taybet, 83% bû.

Li parêzgeha Kerkûkê, ku niha di bin kontrola hêzên Iraqî û milîsên Heşda Şeibî de ye, rêjeya dengdanê 66% bû, ji koma 36 hezar û 544 kesan, ku mafê wan yê dengdanê heye, 22 hezar û 548 dengder beşdar kirin.

K24
Top