• Thursday, 26 February 2026
logo

Nemsayê hişyarî da Tirkiyê: Ti kes nikare gefê li Yekîtiya Ewropayê bike

Gulan Media September 17, 2021 Nûçe
Nemsayê hişyarî da Tirkiyê: Ti kes nikare gefê li Yekîtiya Ewropayê bike

Wezîra Nemsayê ya Yekîtiya Ewropayê, Karolîne Edtstadler piştî hevdîtina xwe ya li Qibrisê ya 16ê Îlonê daxuyaniyek da û got, Tirkiye mijara koçberan wek gef û guvaş li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar tîne.

Edtstadler hişyarî da ku ti dewlet vê mijarê li dijî Yekîtiya Ewropayê bi kar neynin û diyar kir: “Ti kes nikare gefê li Yekîtiya Ewropayê bike. Ne Tirkiyê û ne Belarus û ne jî ti dewleteke din.”

Wezîrê Derve yê Qibrisê Nikos Christodulidis jî diyar kir, divê Tirkiyê li gor peymana koçberan a 2015an ku ligel YE îmze kiriye, hatina koçberan rawestandina, lê ev yek nekiriye.

Christodulidis ji ber vê jî daxwaz kir ku alîkariya maddî ya bo Tirkiyê tê dayîn bê qûtkirin. Hristodulidis Tirkiye tometbar kir ku bi zanebûn koçberan dişîne başûrê Qibrisê û destnîşan kir, “Tirkiyê bo ji Yekîtiya Ewropayê çend tişt bi dest bixe mirovan bikartîne. Ev sîyaseteke mirov xemgîn dike.”

Tirkiye piştî zêdebûna koçberên Efxan diyar kiribû ku êdî nikarin barekî din yên koçberan rakin û ji Yekîtiya Ewropayê daxwaz kiribûn ku hê zêdetir bibin alîkar.

 

Rudaw

Top