Serokên baroyên Riha, Mêrdîn û Êlihê serdana Demîrtaş kirin
Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol, Serokê Baroya Mêrdînê Îsmaîl Elik û Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses, li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê serdana Hevserokê Berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş kirin.
Serokê Baroya Rihayê Mehmet Velat Îzol ji Rûdawê re ragihand, wan bi armanca piştgirî û hevkariyê serdana Selahattîn Demîrtaş kir.
Mehmet Velat Îzol, dibêje, “Serdana me ne plankirî bû, lê piştî biryara Dadgeha Ewropa derbarê wî de nehat cîbicîkirin, me xwest em ji bo piştgiriyê serdana birêz Demirtaş bikin. Em li ser siyaseta rojane û pirsgirêkên hiquqî axivîn. Hevdîtina me 3 demjimêran dewam kir. Tendirustiya Demirtaş baş bû û ji bo dahatûyê jî bi hêvî bû.”
Serokê Baroya Rihayê herwiha got, birêz Demîrtaş dê heta çend rojan nêrînên xwe derbarê Tirkiyê de bi rêya HDPê eşkere bike.
Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, di 4ê Mijdara 2016ê de hatibû girtin û ji wê demê ve li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê ye.
Rudaw
