Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Koreya Bakur kir
Berpirsên Koreya Başûr aşkere kirine, ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro Çarşemiyê gihîştiye Pyongyang a paytexta Koreya Bakur û biryar e li gel serokê wî welatî Kim Jong-un bicive.
Li gorî zanyariyan, biryar e Mike Pompeo di vê serdana xwe ya bo Koreya Bakur de bi rayedarên wî welatî re hevdîtin û civîna lûtke ya navbera Donald Trump û Kim Joung-un gotûbêj bike, ku biryar e dawiya vê mehê yan jî destpêka meha bihê were encamdan.
Li gor gotina berpirsên Koreya Başûr, Pompeo dixwaze di vê serdanê de 3 kes ji welatiyên amerîkî yên ku ji aliyê Koreya Bakur ve hatine desteserkirin, bi xwe re vegerîne Amerîkayê.
Di heyama şeş heftiyên bihorî de, ev cara duyem e ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê serdana Koreya Bakur dike.
Rudaw
