Sefîn Dizeyî: Hinceta êrîşên Tirkiyeyê PKK ye
Ji destpêka bihara îsal ve heta niha, hêzên Tirkiyê li nav xaka Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonên berfireh li dijî hêzên PKKê kirine. Heta niha operasyon û şer didome.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefîn Dizeyî îro di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, ji ber hebûna hêzên PKKê li deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê herî kêm 350 gund hatine valakirin û hikûmetê jî nekariye xizmeta wan gundan bike.
Sefîn Dizeyî red kir ku hêzên Tirkiyê derbasî nav xaka Başûrê Kurdistanê bibin û got, car caran hêzên Tirkiyê ji bo operasyona li dijî PKKê derbas dibin lê dîsa vedigerin.
Berdevkê hikûmetê da zanîn ku gelek caran daxwaz ji PKKê hatiye kirin ku hêzên xwe ji Herêma Kurdistanê derxîne û Başûrê Kurdistanê neke meydana şer.
