• Sunday, 01 February 2026
logo

Li Merîvanê hûnermendekî Kurd koça dawî kir

Li Merîvanê hûnermendekî Kurd koça dawî kir
Hûnermend û helbestvaneke Kurd ê şêniyê bajarê Merîvanê piştî temenekê xizmet ji stranên Kurdî kir, koça dawî kir

Li gor nûçe û zanyariyên çavkaniyên Kurdistana rojhilat, Mihemed Îzedî yê wek Heme Mela tê naskirin, hûnermendekî resen û dengbêj û helbestvanekî bajarê Merîvanê şeva borî çû ser dilovaniya xwe û koça dawî kir.

Heme Mela sala 1953 li gundê Mîrawa ya ser bi bajarê Merîvanê ji malbatekî hejar dayîk buye û her li wê derê dest bi xwandinê kiriye û yekem car di 16 saliya xwe de li bajarê Pêncwînê dest bi stran gotinê kiriye û di helbest nivîsandinê de jî xwedî ezmûnekî giring bu.

Heme Mela yek ji hûnermendên resen, helbestvan û dengbêjekî folklorîk ê Kurdistana rojhilat û derdora Merîvanê bu. Kesekî pir dihate heskirin bu.

Herwaha li gor çavkaniyan Heme Mela, ji ber kêmdahatiya xwe xwedî jiyaneke sade û hejarî jiyana xwe derbas kir.

Di zivistana par a derbasbuyî de ji aliyê hin çalakvanên çandî û hûnerî ve li Merîvanê li gel hevalê xwe hûnermendê navdar Eynedîn ve li bajarê Merîvanê rêz û hurmet li hember wan hate nîşandan û hatin û waha wek hûnermendên rêzdar hatin nasandin.

basnews
Top