Amerîkayê êrişa li ser Herêma Kurdistanê ‘bi tundî’ şermezar kir
Konsulxaneya Amerîkayê êrişên li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kirin û ragihand, Amerîka berdewam e li ser pabendbûna bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê derbarê êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.
Konsulxaneya Amerîkayê ragihand, “Em bi tundî wê êrişê şermezar dikin ku bi rêya firokeya bêfirokevan ve bo ser Herêma Kurdistanê hat encamdan, şermezar dikin.”
Konsulxaneya Amerîkayê dibêje, “Ev êrişên berdewam, gef in li ser serwerî û seqamgiriya Iraqê. Em piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin di lêkolînên bo destnîşankirina berpirsên êrişê de.”
Di daxuyaniya Konsulxaneya Amerîkayê de, hatiye, “Amerîka berdewam e li ser pabendbûna bi piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê di hewlên bo parastin û vegerandina aştî û seqamgiriyê.”
Êrişa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê
Derengiya şeva borî, êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin û Dije Terora Kurdistanê dibêje, bi rêya du dronên bombirêjkirî êrîş hatiye encamdan û ti ziyaneke wê ya canî nebûye.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw derbarê êrîşa ser Balafirxaneya Hewlêrê ragihand, Hewlêr nahejê û bihêz e, ew ê ku xwe li hember şikoya Hewlêrê taqî bike, wê şikoya wî bişike.
Dije-Terora Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku, bi rêya dronên bombekirî êrîş li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin.
Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge di Operasyonên Iraqê de Liwa Ebdulxaliq Teleet ji Rûdawê re ragihand, ev ne cara yekem, duyem û sêyem e ku ev êrîş têne kirin, êrîş jî bo ser hêzên Amerîka ye li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê lê ya baş ew e ku ti ziyaneke canî nebûye.
Nûnerê Wezareta Navxwe û Pêşmerge di Operasyonên Iraqê de got jî, berpirsên di ber van êrîşan de naskirî ne û divê berpirsyaretiya xwe ji van êrîşan nîşan bidin.
Liwa Ebdulxaliq Teleet got jî, bi du dronan êrîşî hêzên Amerîka li balafirxaneyê hatiye kirin û herdû dron hatine teqandin û ti ziyaneke canî nebûye.
Wezîrê Gihandin û Veguhastina Herêma Kurdistanê Ano Ebdoka jî ragihand, ew van êrîşan şermezar dikin.
Êrîşa şeva borî ya ser hêzên Amerîka li Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê piştî du mehan tê ku ti êrîşeke weha li ser berjewndiyên Amerîka li Iraqê nehatibû encamdan.
Hevpeymaniya Navdewletî jî zanyariyên nû derbarê êrîşa ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê belav kirin û ragihand ku êriş bi du dronan hatiye kirin.
Hevpeymaniya Navdewletî ragihand ku êrişa li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bi du dronan hatiye kirin û yek ji wan li sînorê bingeha hevpeymanan ketiye xwarê, ya din jî li derveyî sînorê bingeha Hevpeymanan bû.
Hevpeymaniya Navdewetî tekez jî kir ku ti ziyanên canî û madî di êrîşan de nebûye.
Rudaw
