• Friday, 27 February 2026
logo

Serokê herêmê li gel Konsulusê Brîtanyayê civiya

Gulan Media September 12, 2021 Nûçe
Serokê herêmê li gel Konsulusê Brîtanyayê civiya

Serokê herêmê piştîvaniya xwe bo Konsulusê nû diyar kir.
Behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê hate kirin.

Îro Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Konsulusê nû yê Brîtanyayê yê li Hewlêrê David Hant kir.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî pîrozbayî li David Hant kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştîvaniya xwe jî bo cîhbicîh kirina erk û pîwerdariyên wî nîşan da.

Di beşeke din ya civînê de her du alî behsa têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê û berfiretir kirina têkiliyên han di tevahiya waran de kir.

Konsulusê giştî yê nû yê Brîtanyayê diyar kir ku bernameyeke girîng û cidî amade kiriye bo pere pêdana têkiliyên navbera Kurdistan û Brîtanyayê di her wsarî de.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de pêbendiya welatê xwe jî bo piştîvanî kirin ji herêma Kurdistanê diyar kir.

Top