Li Hewlêrê dîwar bi ser zarokan de ket – Du zarok mirin
Li bajarê Hewlêrê dîwar bi ser zarokan de hilweşiya û du zarok mirin.
Berpirsê polîsê taxa Kesnezan ya Hewlêrê, Idrîs Remezan ji BasNewsê re got, duhî li Kesnezanê dîwar bi ser zarokan de hilweşiya.
Wî efserê polîs da zanîn, di wê rûdanê de zarokekî 2 salî û yekî 5 salî canê xwe ji dest dan û du zarok jî birîndar bûn.
Bi gotina wî berpirsê polîs, ew zarok xelkê Rojavayê Kurdistanê bûn.
Li gorî agahiyên polîs, wan zarokan ji xwe re dilîstin lê ji ber ku dîwar kevn bû, hilweşiyabû.
Basnews
