• Friday, 27 February 2026
logo

Ciwanekî Kurd li Danîmarkê bi kêran hat kuştin

Gulan Media September 12, 2021 Nûçe
Ciwanekî Kurd li Danîmarkê bi kêran hat kuştin

Berî çend roja ciwanekî ji Rojavayê Kurdistanê li Danîmarkê bi kêran hatibû kuştin, hat zanîn ku navê wî xortî  Mihemed Xelîl e û ji bajarê Amûdê ye.

Termê Mihemed Xelîl roja 7ê Îlonê  9 hatibû dîtin.

Dema ku pêwendiya malbatê bi wî re qut dibe, malbat polîsan agahdar dike, polîs piştî lêgerînê li termê wî rast tên û dibînin ku ew bi kêran hatiye kuştin.

Heta niha ne kujer hatiye girtin ne jî sedema kuştina wî diyar bû ye, lê lêkolîneke berfereh dest pê kiriye.

Malbata wî ciwanê Kurd jî dibêje, tenê ew hatine agahdarkirin ku kurê wan ketiye ber êrîşekê û canê xwe jidest daye û heya niha hûrgiliyên kuştina wî negihîştiye destê wan.

 

Rudaw

Top