• Friday, 27 February 2026
logo

Mithat Sancar: Aşitî ne tişteke ku tenê bi însîyatîfa desthilatan pêk bê

Gulan Media September 12, 2021 Nûçe
Mithat Sancar: Aşitî ne tişteke ku tenê bi însîyatîfa desthilatan pêk bê

Hevserokê Giştî yê HDPê Mithat Sancar di civîna Encûmena partiya xwe de derbarê aşitiyê  axifî û got. “Aşitî ne tişteke ku tenê bi însîyatîfa desthilatan pêk bê. Aşitî bixwe pêvajoyeke. Tişta ku aşitiye  mayinde dike  têkoşîna civakî ye.”

Encûmena  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) doh 11yê Îlonê bi mebesta nirxandina geşedanên dawî yên siyasî û plansaziya xebatên serdema nû li avahiya partiyê ya Enqerê bi serokayetiya hevserokên wê partiyê Mithat Sancar û Pervin Buldan civiyan. Di civînê de hevserokê HDPê Mithat Sancar axifî.

Mithat Sancar di axaftina xwe de amaje bi wê da ku ew dixwazin li Tirkiyê aşitiyeke mayinde pêkbînin û got: “Me ji bo aşitiyeke mayîn de û wekheviya jiyana gelan dest dest bi cê rêyê kiriye.”

Sancar destnîşan kir ku aşitî tişteke ku bi tenê bi însîyatîfa desthilatan pêk bê û got: “Aşitî ne tişteke ku bi tenê însîyatîfa desthilatan pêk bê. Aşitî bixwe pêvajoyeke. Tişta ku aşitiye  mayinde dike  têkoşîna civakî ye. Bi wateyekê aşitî bihêzbûn û têkoşîna bi biryar a   hêzên civakî ye ku aşitiyê dixwazin.  Divê aşitî weke proseyeke ku hertim xwe nû dike bê dîtîn. Em bi vî awayî li aştiya di pirsa kurd e dinêrin. Di pirsa kurd de ku 37 salên şerê giran jî li xwe digire, ji bo pêkanîna aşitiyê divê aliyên peywendîdar û aktor jî di nav wê proseyê de hebin. Divê zemîneyeke civakî û têkoşîneke bihêz a aşitiyê  û di heman dem de ligel aliyên peywendîdar yên vê pirsê diyalog û muzakere hebe.”

 

Rudaw

Top