• Friday, 27 February 2026
logo

Li Mexmûrê 4 kes hatin kuştin

Gulan Media September 11, 2021 Nûçe
Li Mexmûrê 4 kes hatin kuştin

5 welatiyên medenî jî di encama êrîşê de birîndar bûne.
Terorîstên DIŞIê êrîş kirine.

Li gor zaniyariyên ku dest Kurdistantv ketine, şeva derbabsûyî li devera Mexmûrê terorîstên DIŞIê êrîşî ser hêzên polîs yên Îraqê kirine.

Di encama êrîşa han de yaku li gundê Xetab pêk hatiye, 2 polîsên Îraqî hatine kuştin û dema ku hêzên artêşa Îraqê jî xwestine bi hawara polîsan ve biçin, mîneke DIŞIê bi wan re teqiyaye û du endamên artêşa Îraqê jî hatine kuştin.

Hete zanîn ku di encama wan pevçûn û êrîşan de 5 welatiyên medenî yên ku şêniyê gundê Xetab bûne birîndar bûne.

 

Rudaw

Top