• Thursday, 05 February 2026
logo

Hunermendekî Rojhilatî ji ber elektrîkê jiyana xwe ji dest da

Hunermendekî Rojhilatî ji ber elektrîkê jiyana xwe ji dest da
Hunermendekî Rojhilatî di nav avê de ji ber elektrîkê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî medyaya Kurdistana Rojhilat, hunermendê kurd Hîwa Mihemediyan, duh (13ê Gulanê) li nav çemê Mêhrawê li gundê Jawro yê girêdayî bajarê Sine jiyana xwe da.

Li gorî agahiyan, Hîwa dema ketibû nav avê elektrîkê ew girtibû û jiyana xwe ji dest dabû.

Hinek çavkanî dibêjin, Hîwa Mihemediyan di nav çêm de bi elektrîkê masî digirt lê hinek jî dibêjin, kabloyên elektrîkê berê di nav avê de bûn dema Hîwa xwestibû wan kalboyan ji nav avê derxîne, elektrîkê ew girtibû.

Hîwa Mihemediyan, 40 salî bû û li bajarê Sine ji dayîk bibû. Hîwa di çalakî û helkeftên kurdî yên mîna Newrozê her wiha dawetan de beşdar dibû û stran digot.

Wî hunermendê kurd herî dawî kilîba xwe ya bi navê “Helweda” belav kiribû.

Basnews
Top